Li kolanên kevnar ên Silêmaniyê jiyan ked û têkoşîna jinan

Li pişt dîwarên teng û kolanên kevnar ên Silêmaniyê, çîroka jiyan, ked û têkoşîna jinan heye. Perwîn Kerîm ku bi bîranînên xwe yên 73 salî rûpelekî nû ji dîroka bajêr radixe ber çavan.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Perwîn Kerîm di sala 1953’an de li Silêmaniyê hatiye dinê. Zarokatî û ciwaniya xwe li taxên wekî Kaniskan û Çwarbaqê derbas kiriye. Tevî ku heta pola şeşemîn xwendiye û heşt salan wekî karmend xebitiye jî, ji ber şert û mercên giran ên şer û polîtîkayên desthilatdariyê neçar ma ku dev ji karê xwe berde. Jiyana Perwînê di heman demê de bûye şahidê koçberiyên bi zorê yên di navbera salên 1970î de. Ew balê dikişîne ser mezinbûna bajêr û tîne ziman ku di dema zarokatiya wê de Silêmaniyê tenê ji şeş navçeyên piçûk pêk dihat, lê îro di nava rantê de hatiye guhertin.

Têkiliyên cîrantiyê û piştgiriya hevpar a jinan

Jiyana rojane ya jinan li kolanên kevnar ên Silêmaniyê li ser esasê ked û piştevaniyê bû. Jinan piştî qedandina karên malê li kolanan kom dibûn, hevdu nas dikirin û di nava tora piştevaniyê de bûn. Perwîn diyar dike ku li herêma bi navê Sertenur jinan bi hev re nan çêdikirin, di demên nexweşî an zehmetiyan de li zarokên hev xwedî derdiketine. Lê belê, ew destnîşan dike ku polîtîkayên nû û kêmbûna danûstandinê ev têkiliyên xurt îro qels kirine.

Kevneşopiyên çandî û rûpelên windabûyî yên dîrokê

Şahî, dawet û şevên Beratê yên ku zarokan bi kolanan de çîkolata tê de berhev dikirin, beşek ji çanda zindî ya wê demê bûn. Perwîn her wiha behsa kesayetiyên balkêş ên kolanan ên wekî "Kerrê Şerbet" dike; zilamekî bi pêdiviyên taybet ku tevî astengiyên xwe li kolanan şerbet firotiye û bûye sembola çîrokên gelêrî yên bajêr. Ev çîrok nîşan dide ku kolanên kevnar xwedî hafizeyeke civakî ya dewlemend in.

Serşokên dîrokî û cihê jinan di jiyana bajar de

Serşokên wekî Serşoka Şêx Marif, Çwarbaq û Necat ne tenê cihên paqijiyê bûn, di heman demê de qadên civakî bûn ku jinan li wir bi hev re dem derbas dikirin. Hebûna jinên bi navê 'nâdere' yên ku di serşokan de alîkariya jin û kesên nexweş dikirin, girîngiya piştevaniya jinan a di nava jiyana rojane de nîşan dide. Serşoka Necat ku navê xwe ji jina xwediyê xwe girtibû, nîşan dide ku ked û rola jinan li van qadan diyar bûye.

Çanda pirçandî û têkoşîna parastina tevna resen

Li taxên kevnar ên Silêmaniyê, cudahiyên olî û etnîkî tu carî nebûne astengî li pêşiya jiyana hevpar. Jinên Misilman, Xiristiyan û Cihû di şîn, şahî û merasîmên hev de amade bûn, çand û kevneşopiyên hev nas dikirin û rêz didanê. Perwîn Kerîm di dawiya axaftina xwe de balê dikişîne ser girîngiya parastina vê mîrasê û banga parastina tevna resen a xanî û kolanên kevnar li dijî projeyên talankirinê dike.